Çînê du peykên ceribandin û çavdêriyê şandin fezayê
Îlon 25, 2022 12:50 Asia/Tehran
Çînê peykên "Şiyan-14" û "Şiyan-15" yên ji bo ceribandinên zanistî û çavdêriyên bi hûrbînî tên bikaranîn, şandin fezayê.
Li gorî nûçeya Ajansa Anatoliyê ji zarê ajansa Xinhuayê, peyk bi roketa Kuaycouyê ji Navenda Peykê ya Yayyuenê ya li eyaleta Şanşiyê hatin avêtin.
Hat ragihandin, piştî avêtinê peyk di rêgeha plankirî da edilîn.
Tê plankirin, Şiyan-14 ji bo ceribandinên zanistî û testên teknolojiya peykê û her wiha Şiyan-15 jî di bidestxistina daneyên li ser etuda erdê, plansaziya bajaran û xebatên astengkirina afatan da bên emilandin.