Îlon 25, 2022 10:55 Asia/Tehran
  • Lavrov: Welatên Rojavayî baweriya li NY ji nav biriye

Wezîrê karên derve yê Rûsiyê di civîna Civata Giştî ya NY da got: Welatên Rojavayî baweriya li rêxistinên navneteweyî û qanûna navneteweyî wek garantîkerên edaletê ji nav bir.

Wezîrê karên derve yê Rûsiyê di civîna 77an a Civata Giştî ya NY da got: Welatên Rojavayî baweriya bi rêxistinên navneteweyî û qanûna navneteweyî, wek garantîkerên edaletê ji nav biriye.

Sêrgêy Lavrov her wiha got: Me hewildana ji bo pêkanîna pergala cîhanî ya çendcemserî girtiye ber xwe; Amerîka hewil dide tevahiya cîhanê bike meydana xwe ya tevgerê.

Wezîrê karên derve yê Rûsiyê tekez kir: Boykotên Welatên Rojavayî li dijî Rûsiyê hegera bihabûna madeyên xwariniyê, enêrj û gûbreya (kûd) kîmyayî ye.

Wezîrê karên derve yê Rûsiyê her wiha got: Yekîtiya Ewropayê daxwaza me ya ji bo şandina barê 300 hezar tonî ya gûbreya rûsî bo welatên hewcedar ên afrîqî napejirîne, wan ev bar desteser kiriye.

Lavrov her wiha derbarê Lihevkirina Navokî got: Rûsiye ji bo vegeriyana bo Lihevkirina Navokî hewil dide.

Wezîrê derve yê Rûsiyê got: Konseya Ewlehiyê ya NY divê demokratîktir be, ev tiştê girîng dê bi zêdebûna endamên vê konseyê bi awayekî ku welatên afrîqî û asyayî jî bigire ber xwe, pêkan be.

Wî her wiha tevî rexneya ji Welatên Rojavayî, got: Hewildanên Amerîka û Ewropayê li dijî Rûsiyê hewildanên demokratîk nînin, belkî tam bi rêbaza dîktatoriyê ne. Waşîngton di dayîna vîzayê ji bo welatan da ku beşdarî civînên navneteweyî bibin, şêwazeke dijminane digire ber xwe; Ji ber vê yekê hewce ye ku qanûna mzûvaniya rêxistinên navneteweyî bikeve ber venihêrînê.

 

Serepeyv