Daily Mail: Aniha asta enflasiyonê li welatên endamê Yekîtiya Ewropayê zêdetir ji ya Inglîzê ye
Rojnameya Daily Mail'ê ya Inglîzê nivîsî: Hevdem digel bandorkirina bihayê enêrjî û madeyên xwariniyê li ser aboriya malbatan li Ewropayê, asta enflasiyonê li welatên endamê Yekîtiya Ewropayê di dema niha da zêdetir ji ya Inglîzê ye.
Amara fermî ya Euro Stat'ê nîşan dide ku asta bihayan li her 27 welatên endamê vê yekîtiyê di Tebaxa 2022an da sedî 10 zêdetir ji vê heyamê di sala 2021ê da bûye.
Li nav welatên Yekîtiya Ewropayê, asta herî bilind a enflasiyonê bi rêjeya sedî 25.2 li Stoniyê tê dîtin û asta herî nizim li vê parezemînê jî li Fransayê ye ku rêjeya wê sedî 6.6 e. Asta navîn a enflasiyonê li navçeya Euro'yê jî sedî 9.1 e. Ev asta herî bilind a enflasiyonê ji dema afirandina Euro'yê di sala 1999an da ye.
Biha li seranserî cîhanê ji ber zêdebûna xercên enêrjî û madeyên xwariniyê li pey şerê Ukraynê û piştî pandemiya Koronayê, bilind bûne.
Banka Navendî ya Ewropayê hefteya derbasbûyî asta fayîzê li Navçeya Euro'yê bo rêjeyeke kêmdîtî yanî sedî 0.75 zêde kir û ragihand ku ev nirx dê hîn jî were zêdekirin.
Christine Lagarde, Seroka banka Navendî ya Ewropayê gotiye ku zêdekirina nirxa fayîzê dikare derbeyê li pêşketina aborî xîne.