Îlon 12, 2022 16:12 Asia/Tehran
  • Rapora fermî ya Raportera taybet a NY li ser pêwîstiya rawestandina boykotên dijî Îranê hat weşandin

Raportera taybet a Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) di rapora xwe ya fermî da tekezî li ser pêwîstiya rawestandina boykotên li dijî Îranê kir.

Alena Douhan Raportera taybet a Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) derbarê bandora nerênî ya kiryarên zorbêjane û yekalî li ser sûdwergirtina ji mafên mirov, ji 17 heta 28ê Gulana 2022an li ser vexwendina
Erkantiya Mafên Mirov serdana Îranê kir û di vê serdanê da bandorên boykotên yekalî yên Amerîkayê li ser gelê Îranê vekolandin.

Alena Douhanê di rapora xwe da ragihand, Boykotên yekalî yên welatên rojavayî li dijî Îranê bandor li hemû beşên jiyana gelê Îranê ji wan beşa enêrjiyê, beşa bankî û beşa dabînkirina dermanên hewce kiriye.
 

Serepeyv