Îlon 09, 2022 10:17 Asia/Tehran
  • Hejmara kesên ku ji ber baranên musonê li Pakistanê mirin gihîşte 1355an

Li Pakistanê ji 14ê Hezîranê vir va baranên musonê dibarin û hejmara kesên ku ji ber baranan mirin, derket 1355an.

Li gor daneyên Ajansa Rêvebiriya Afatê ya Neteweyî ya Pakistanê (NDMA) ji 14ê Hezîranê vir va ji ber baranên musonê 481 zarok, 273 jin û bi tevahî 1355 kesan canê xwe ji dest da, 12 hezar û 722 kes jî birîndar bûn.

Ji ber baranan milyonek û 712 hezar û 514 mal tûşî ziyanê bûn, ji van 564 hezar û 831 bi temamî xerab bûn.

Bi tevahî 6 hezar û 579 kîlomêtre rê, 246 pire û 173 kargeh xerab bûn, 753 hezar û 187 heywan telef bûn.

Tesîra lehî û baranê li ser 33,4 milyon kesî çêbû, 634 hezar û 749 kes di konan da dijîn.

Serepeyv