Îlon 08, 2022 22:13 Asia/Tehran
  • Li Çînê hejmara miriyên erdhejê zêde dibe

Di erdheja bi lerza 6,6 Rîşterî ya ku li eyaleta Sichuan a li başüre rojavaye Çinê de qewmî hejmara miriyan derket 82 kesan.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRIB News`ê, medyaya dewleta Çînê roja pêncşemiyê ragihand ku di erdheja roja duşemiyê de ku ji sala 2017`an vir ve bihêztirîn erdheja vê parêzgehê ye, zêde ji 270 kes birîndar bûne û 35 kes jî winda bûne.

Medyaya dewletê ya Çînê ragihand ku piştî erdhejeke bi pileya 2,9 li gor pîvana Rîchterê derengîya Çarşemê bajar hejand.
Rayedarên erdhejnasiyê yên Çînê ji bo Lodingê hişyariya porteqalî da, ku dibe şimitîna axê jî hebe.

Ji bo herêmên navend û rojavayê Sichuanê jî hişyariya zer hat dayîn.
Di pergala hişyariya erdhejê ya çar-astî ya erdhejnasiya Çînê de, sor celebê herî giran a hişyariyê nîşan dide. Hişyariya porteqalî ji bo felaketên jeolojîk ên muhtemel duyemîn hişyariya herî bilind e, li pey wê hişyariyên zer û şîn tên.

Serepeyv