Li eyaleta Tennessee gullebarana kujer
Li bajarê Memphîs ku duyemîn bajarê herî qelebalix ê eyaleta Tennessee ya Amerîkayê ye, di encama gullebaranê de 4 kes mirin.
Li gor malpera kanala nûçeyan a “NDTV”yê, şeva borî li bajarê Memphis ê eyaleta Tennessee ya Amerîkayê çendîn teqe çêbûn û êrîşkar ciwanekî nozdeh salî bû û kiryarên xwe bi awayekî zindî li ser Facebookê belav kiribû.
Di wê bûyerê de 4 kes hatin kuştin û 3 kes jî birîndar bûn.
Rêveberiya Polîsê Memphis destpêkê ragihand ku derbarê cihê gulebarankirina wî zilamê çermreş ku berpirsê van gulebaran e, ti agahî tine û daxwaz ji xelkê kir ku li malên xwe bimînin. Navê wî kesê gumanbar “Ezekiel Kelly” ye û niha di girtîgehê de ye.
Berawirdkirina amarên tundûtûjiya bi çekan di navbera Amerîka û welatên din ên cîhanê de nîşan dide ku Amerîka welatek bi tevahî awarte ye; Li vî welatî rêjeya gullebaranên tund ji hemû welatên cîhanê zêdetir e; Tevî ku Amerîka nêzîkî 5% ji nifûsa cîhanê ye, lê nêzîkî 31% ji wan kesên ku bi çekan kuştinên komî pêk tînin tê de dijîn.