Îlon 06, 2022 12:28 Asia/Tehran
  •  Ji ber êrişên bi kêran li Kanadayê 10 kes hatin kuştin

Polîsên Kanadayê bi daxuyaniyekê ragihand ku li eyaleta Saskathewan a Kanadayê di encama çend êrişên bi kêran de 10 kes hatine kuştin û 15 kes jî birîndar bûne.

Li gorî daxuyaniya polîsên Kanadayê, li eyaleta Saskathewan çend êrîşên bi kêran pêk hatine.

Cîgira Komîserê Qraliyetê ya Kanadayê Rhonda Blackmore ragihand ku wan li bajarokên James Smith Cree Nation ve Weldon ên eyaleta Saskatchewanê li 13 cihên cuda 10 cenaze dîtine. Blackmore ragihand ku heta niha 15 birîndar rakirine nexweşxaneyan.

Hate hînbûn 2 gumanbarên ku kesên derdor bi awayekî kêfî kêr kirine, biryara girtina wan hatiye dayîn. Rhonda Blackmore diyar kir ku du êrîşkar piştî çend saet şûn de li paytexta eyaletê, Reginayê hatine dîtin. Regina herî kêm 300 kîlometre dûrî cihê êrîşê ye.

Hat diyarkirin ku navê gumanbaran Damien Sanderson û Myles Sanderson in ku di nava wesayiteke bi marka Nîsanê de bûne.

 

Serepeyv