Îlon 05, 2022 18:47 Asia/Tehran
  • Rapirsîna nû ya CBS' ê û Enistîtûya YouGov'ê: Rewşa demokrasiyê li Amerîkayê xerabtir bûye

Malpera Kanala CBS'ê bi raporekê ragihand, rewşa demokrasiyê xerabtir bûye û gel nîgeranê pêşeroja hilbijartinê ye.

Malpera Kanala CBS'ê tevî wesifandina rewşa demokrasiyê li Amerîkayê wek xerab, nivîsî: Pirraniya amerîkiyan bawer in ku pêvajoya hejmartina dengan ketiye bin bandora lîstikên siyasî û ev yek bandoreke cidî ya potensiyel li ser hilbijartina tê dike.

Li gorî vê raporê, Beşdarên di rapirsîna nû ya CBS Newsê û Enistîtûya YouGov'ê bawer in, ev îhtimal heye ku hin rayedarên parêzgehê an jî yên federal ji ber hegerên siyasî, encamên hilbijartina bê nepejirînin.

Rapirsîna nû ya CBS' ê û Enistîtûya YouGov'ê nîşan da, ji her 10 amerîkiyan, şeş kes difikirin ku rêzikên hilbijartinê ketine bin bandora siyasetê û hewildanên ji bo hilweşandina encamên hilbijartina fermî, pirsgirêka sereke ya hilbijartinê û pergala dengwergirtinê ya vî welatî ye.


 

Serepeyv