Îlon 05, 2022 18:35 Asia/Tehran
  •  Beriya gihîştina bahozê dibistan û balefirgehên Koreya Başûr hatin betalkirin

Koreya Başûr bi nêzikbûna bahoza bi navê Hînamnûrê, dibistan xistin rewşa betlaniyê û firînên balefiran betal kir û xebata hin pêşeyan jî hatiye rawestandin.

Rêveberiya Hewanasiyê ya Koreya Başûr ragihand, Çaverêtî heye ku ev bahoz ji bahozên herî mezin û bihêz li vî welatî be û pêşbînî tê kirin ku sibeha Sêşemiyê bigihêje peravên başûrê rojhilatê bajarê Bûsanê wek bajarê duyem ê herî mezin li vî welatî.

Serokomarê Koreya Başûr rojekê piştî wê yekê ku destûr da saziyên vî welatî da ku ji bo kêmkirina xisar û ziyanên vê bahozê tevdîrên pêwîst bigirin, rewşa awarte li vî welatî ragihand.

Meha derbasbûyî û di encama rabûna lehiyê li Seûla paytexta Koreya Başûr, herî kêm 9 kesan canê xwe ji dest da û ziyan gihîşte bi hezaran malî.

Serepeyv