Îlon 05, 2022 15:45 Asia/Tehran
  • Josep Borrell: Zivistaneke dijwar li benda Ewropayê ye

Berpirsê Siyaseta Derveyî ya Yekîtiya Ewropayê mukir hat: Zivistaneke dijwar li benda Ewropayê ye.

Josep Borrell, Berpirsê Siyaseta Derveyî ya Yekîtiya Ewropayê êvara Yekşemiyê tevî amajeya bi rewşa dijwar a Ewropayê di zivistanê da, şeş mehên pêşerojê çarenûssaz da zanîn.


Borêlî got: Eger em qeyranê li pey xwe bihêlin û yekîtiya xwe biparêzin û hevsengiya leşkerî were domandin, bi hatina demsala biharê ra, dê rewşeke me ya baştir hebe.

Vî rayedarê ewropî her wiha qala giranbûna dûhatên boykotan li ser Rûsiyê bi taybet di warê teknolojiyên pêşketî di mehên bê da kir.

Kovara amerîkî ya Blombergê vê dawiyê ragihand ku derdora sedî 60 ji karistanên Inglîzê ji ber zêdebûna bihayê enêrjiyê li ber xetera girêdanê ne.

Serepeyv