Yûnan: Gotinên Erdogan provakatîf in
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i336254-yûnan_gotinên_erdogan_provakatîf_in
Wezîrê Derve Karên Derve yê Yûnanê bersiva gefên Serokkomarê Tirkiyê da û got: “Gotinên provakatîf in û em dê hevpeymanên xwe agahdar bikin.”
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 04, 2022 14:05 Asia/Tehran
  • Yûnan: Gotinên Erdogan provakatîf in

Wezîrê Derve Karên Derve yê Yûnanê bersiva gefên Serokkomarê Tirkiyê da û got: “Gotinên provakatîf in û em dê hevpeymanên xwe agahdar bikin.”

Serokkomarê Tirkiyê roja înîyê gef li Yûnanê xwarin û wiha got: “Ey Yunan, li dîrokê binêre, tu ji vê zêdetir zêdegaviyê bikî dê berdêlên wê giran bin! Ji Yunanîstanê re tenê yek gotina me heye: Îzmîrê ji bîr neke. Dagirkirina giravan me eleqedar nake, ku dem û saeta wê hat em dê ya pêwîst bikin. Em dibêjin, nîveşevekê ji nişka ve em dê bêdeng werin.”

Wezîrê Derve yê Yunanistanê Nikos Dendias li rûpela xwe ya Twitterê bersiva gotinên Erdogan da û got: “Em dê yekser derbarê naveroka daxuyaniyên provokatîf  û gefên desthilatdarên Tirk de, hevalbend û hevkaran agahdar bikin daku eşkere bikin ka kî hevgirtina NATOyê têk dide.”