Îlon 04, 2022 10:24 Asia/Tehran
  • Li Somaliyê 17 sivîl ji aliyê terorîstên El-Şebabê ve hatin kuştin

Li gorî medya Somaliyê, Duh li herêma Efer Erdê ya Somaliyê hejmarek wesayîtên barhilgir ji aliyê terorîstên El-Şebabê ve hedef hatin girtin û di êrişê de 17 sivîl hatin kuştin û hinek din birîndar bûn.

Medyaya Somaliyê, li ser zimanê Berpirsê Wezareta Hundirin Elamî Mihemed parve kirine ku duh li herêma Efer Erdê ku 25 kîlometreyan dûrî bajare Bêlêdwînê ye, terorîstên El-Şebabê êrişî hejmareke wesayîtên barhilgir kirine.

Tê gotin ku di êrişê de 17 sivîlan jiyana xwe ji dest daye û hinek birîndar bûne.

Elamî Mihemed ragihand ku wan wesayîtên barhilgir xwarin ji bajarê Bêlêdwînê dibirin bajarê Mehesê.

Li gorî medyaya Somaliyê, ev demeke terorîstên El-Şebabê êrişên xwe yên li dijî sivîlan zêde kirine.

 

Serepeyv