Tebax 30, 2022 08:19 Asia/Tehran
  •  Li Nîjeryayê ji ber lehiyê 14 kes mirin, 8 hezar û 400 kes ji cih û warên xwe bûn

Li bakurê Nîjeryayê li eyaleta Adamawayê hejmara kesên ji ber lehiyan mirin derket 14an, 8 hezar û 400 kes ji cih û warên xwe bûn.

Li gorî nûçeya Ajansa Anatoliyê, Sekreterê Giştî yê Ajansa Rêveberiya Rewşa Bilez a Eyaleta Adamawayê ya Nîjeryayê Sulaiman Muhammad di daxuyaniya xwe da diyar kir, hejmara kesên ku di lehiyan da mirin derket 14an.

Muhammad destnîşan kir, ji ber lehiyan qedera 8 hezar û 400 kes ji cih û warên xwe bûn, ji van 5 hezar û 352 kesan jî xwe sipartin dibistanên li herêmê.

Muhammad her wisa bal kişand ku lehî bûn sedema xesara bi milyonan dolarî û hikûmetê alîkariya însanî ya bilez ji bo mexdûrên lehiyê şand.

Li eyaletên Nîjeryayê Kano û Jigawayê ji ber lehiyan 225 cih û war di bin avê da mabûn.

Yekîtiya Ewropayê ji bo amadekariya rewşa bilez 70 hezar ewro alîkarî dabû Nîjeryayê ku bandora lehiyên li 5 eyaletan kêmtir bibe.

Serepeyv