Tebax 29, 2022 09:39 Asia/Tehran
  • Greva ajokarên utubûsan welatiyên Londonê şepirze û sergerdan kirine

Li pey nakokiya li ser dayîna destmizdê li Inglîsê, greva 48 saetî ya ajokarên utubûsan li hin taxên rojavayê Londonê, welatî tûşî şepirzetî û tengasiyê anîne.

Yekîtiya karkeriyê Unit'ê li Inglîzê ragihand: 1600 ajokar li kompaniya geştên utubûsan a London United'ê ku ayîdî kompaniya fransî ya RATP'yê ye, dê rojên Yekşem û Duşemê (48 saetan) bikevin rewşa grevê.

Ev di rewşekê da ye ku rêyên seranserî Taxên Lîdbrok Grov (Ladbroke Grove), Wêstbûrn Grov (Westbourne Grove) û Kensêl Rodê (Kensal Road) hatine astengkirin.

Rêveberiya Veguhestinê ya Londonê ragihand ku sedî 10 ji tûra geştên utubûsan a vê rêveberiyê dê bikeve bin bandora grevê.

Tî gotin ku di greva ajokarên utubûsan li Inglîzê, 63 rêgehên hatûçûna utubûsên gelemperî li rojava û başûrê rojavayê Londonê û her wiha hin taxa Surrey ya Londonê ji ber vê grevê dê bên betalkirin.

Serepeyv