Ji ber teqîna li Efxanîstanê 7 kes mirin û birîndar bûn
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i336146-ji_ber_teqîna_li_efxanîstanê_7_kes_mirin_û_birîndar_bûn
Li eyaleta Kuner a rojhilatê Efxanîstanê mînekê teqiya ku di encamê de kesek hat kuştin û 6 kes jî birîndar bûn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 28, 2022 18:32 Asia/Tehran
  • Ji ber teqîna li Efxanîstanê 7 kes mirin û birîndar bûn

Li eyaleta Kuner a rojhilatê Efxanîstanê mînekê teqiya ku di encamê de kesek hat kuştin û 6 kes jî birîndar bûn.

Li gor nûçeya ajansa IRIb Newsê ji Kabulê; Fermandeyê Asayîşa koma Talîbanê li parêzgeha Kunerê Mewlwî Ebdulheq Heqanî ragihand: Îro danê sibê (Yekşemê) li bazara bajarê Esed Abad, navenda parêzgeha Kunerê, otombîleke leşkerên Talîbanê teqiya ku di encamê de leşkerekî Talîbanê jiyana xwe ji dest da û 6 kesên din jî di nav de 3 hêzên Talîban û 3 sivîl birîndar bûn.

Heqanî her wiha got: Sê kes li ser vê teqînê hatine desteserkirin, heta niha ti kes û grûpekê berpirsatiya wê teqînê negirtiye stûyê xwe.