Tebax 28, 2022 20:46 Asia/Tehran
  •  Hejmara goriyên pevçûnên li Terablusê derket 32 kuştî û 159 birîndaran

Wezareta Tendrsutiya Lîbyayê îro yekşemê ragehand hejamra goriyên pevçûnên li bajarê Terablusa paytexta vî welatî derket 32 kuştî û 159 birîndaran.

 Ev pevçûn ji îniyê şevê va piştî giranbûna qeyrana siyasî navbera Dewleta Yekitiya Neteweyî bi serokatiya Ebdulhemîd El-Debîbe û dewleta rasipartî bi serokartiya Fethî Paşaxa li Lîbyayê û derketina şerê bi çekan di navbera du komên alîgirê wan de li Terablusê gurtir bû. Li gor van raporan, niha piştî vekişyana hêzên têkildar, aramiyeke lawaz li bajarê Trablosê pêk hatiye. 

Bajaraê Terablusa paytexta Lîbyayê di rojên derbasbûyî de bûye şahidê bicihbûna hêzên eskerî û ev yeka ji ber derketina pevçûna çekdariyê di encama pirsgirêkên siyasî navbera dewletên Ebndulhemîd El-Debîbe û Fethî Paşaxa ye û eva di halekî de ye ku NY dilnigeranê vê meselê ye. 

Nasir Kenanî, Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê dilnigeraniya dewleta Îranê ya kûr ji ber pevçûnên vê dawiyê li Terablusa paytexta Lîbyayê da diyarkirin û ser pêwîstiya rawestandina demlidest a van pevçûnan û çareserkirina pirsgirêkên navbera aliyên têkildar bi parastina berjewendî û ewlehiya gelê Lîbyayê ji riya gotûbêjê teqez kir. 

Serepeyv