Tebax 28, 2022 12:18 Asia/Tehran
  • Daxwaza Neteweyên Yekbûyî ji bo rawestandina şerên li Lîbyayê

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî ragihand ku em daxwazê ​​ji aliyên beşdarên şerê li Lîbyayê dikin ku ji bo çareserkirin û derketina ji xitimîna siyasî ya li welatê xwe bikevin diyalogeke rasteqîne.

Li bajarê Terablusa paytexta Lîbyayê di van rojên dawî de hêzên leşkerî hatine bicihkirin û ev jî ji ber şerê çekdarî di encama nakokiyên siyasî yên di navbera hikûmetên Ebdulhemîd El-Dabîbe û Fethî Paşaxa de ye.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Antonîo Guterres, sekreterê giştî yê Rêxistina Netewên Yekgirtî îro danê sibê got: Em amadene navbeynkariyê bo çareserkirina qeyranê û bidawîanîna xitimîna siyasî li Lîbyayê bikin. 

Guterres her wiha got, em ji aliyên têkildar ên Lîbyayê daxwaz dikin ku ji bo çareserkirina nakokiyên xwe hêz û tundiyê bikar neynin.

Wezareta Tenduristiyê ya hikûmeta Lîbyayê şeva Şemiyê ragihand ku hejmara kesên ku di pevçûnên li Terablusê de mirine zêde bûye û ragihand ku hejmara van kesan gihîştiye 23 kesan

Li gorî rapora vê wezaretê, di van pevçûnan de 140 kesên din jî birîndar bûne.

Pevçûnên li Terablusê ji şeva Înê heta sibeha Şemiyê berdewam kirin û çekên giran û nîv giran tê de hatin bikaranîn.

Di vê navberê de, Hikûmeta Yekîtiya Neteweyî bi daxuyaniyekê ev pevçûnên çekdarî şermezar kir. Di daxuyaniya hikûmeta El-Dabîbe de hat gotin ku ev pevçûn piştî ku komeke çekdar di çarçoveya cîbicîkirina talîmata Paşaxa de li ser cadeya El-Zawiyê gulle li karwanekê reşandin, derketiye.

Pêncşema borî jî herêmên başûrê paytexta Lîbyayê şahidê damezrandina hêzên leşkerî yên girêdayî El-Dabîbe ji bo berterefkirina her êrîşeke muhtemel ji aliyê hikûmeta Paşaxa, bû.

Serepeyv