Li Efxanîstanê ji ber lehiyê xisarên mezin ên canî û madî çêbûn
Hejmara kuştî û birîndarên ji ber lehiyê li Efxanîstanê di vê sala dawî de gihişte zêdetirî 1200 kesî.
Di hefteyên borî de, bi sedema baranên tund û rabûna lehiyê li piraniya navçeyên Efxanistanê, ziyanên canî û ziyanên mezin ên madî gihîştin welatiyênî efxan.
Li gor nûçeya ajansa IRIB Newsê ji Kabulê; Şerefedîn Muslim, cîgirê wezareta karesatan a hikûmeta demkî ya koma Talîbanê roja Şemiyê di civîneke rojnamevaniyê de ragihand: Di salekê de li Efxanistanê ji ber lehiyê 521 kes mirine û 726 kes jî birîndar bûne.
Şerefedîn Muslim herwiha got: di van rûdanan da du hezar û heştê xanî bi qismî yan bi temamî wêran bûne û bi hezaran hiktar zevîyên çandinîyê jî ji nav çûn.
Her wiha berdevkê Wezareta Tekoşîna li Dijî Afetan a Hikûmeta Talîbanê hejmara qurbaniyên lehiyê di şev û rojên borî de 7 kes ragihand û got: Ev qurbanî li parêzgehên Nangerhar û Laghman hatine tomarkirin.
Lehî di şev û rojên dawî de cade û rêyên8 çar bajarên parêzgeha Zabulê jî girtin.
Rêveberiya Perwerdê ya Parêzgeha Logerê jî gotiye, ji ber lehiyê li vê parêzgehê ziyan gihîştiye avahiyên bîst û çar dibistanan.
Berpirsê Lêzanînan û Çandê yê Talîbanê li Xezniyê Mewlewî “Hebîbullah Mucahîd” jî ragihand ku ji ber barana zêde banê mizgefta “Baba Hacî Sahib” ku yekemîn mizgefta misilmanan e li Xezniyê, ber bi wêranbûnê ve diçe. tê gotin ku ev mizgefta dîrokî ji hezar salî zêdetir e.