Tebax 27, 2022 12:03 Asia/Tehran
  • Zêdebûna bihayê petrolê li cîhanê

Li gor amarên ku di malpera “Oil Price” de hatine ragihandin, nirxê bermîlek petrola sivik a Amerîkî zêde bûye.

IRIB Newsê ragihand; Li gor amarên ku li ser malpera "Oil Price" hatine ragihandin, di dawiya danûstandinên roja Îniyê (26.08.2022) li bazara New Yorkê (NYMAX), nirxê bermîlek petrola sivik a Amerîkî (West Texas Intermediate WTI) ji bo radestkirina di Îlonê de, bi zêdebûna 0,58 ji sedî li dawiya roja pêncşemê bihaya wê bi 93 dollar û 6 centan hat firotin, bihaya wê berî viya 92 dollar û 52 centan bû. 

Bihayê her bermîleke petrola Brent a deryaya Bakur (nefta bingehîn a Ewropayê) bo radestkirina di Îlonê de, li gorî dawiya danûstandinên roja pêncşemê (99,34 dolaran) ji sedî 1,66 zêde bûye û gihîştiye sed dolar û 99 sentan.

Herwiha li gor nûtirîn daneyên malpera Oil Price, nirxê selika petrolê ya OPECê di dawiya danûstandinên roja pêncşemî 25ê Tebaxa 2022an de, li gorî dawiya bazirganiya roja Çarşemî 24ê Tebaxê (104 dolar û 5 sentan) 58 sentan zêde bû û gihîşt 104 dolar û 63 sentan.

Serepeyv