Tebax 27, 2022 11:23 Asia/Tehran
  • Li Etiyopyayê di êrîşa hewayî ya li qada lîstikê de 7 kes hatin kuştin

Karbidestên pizîşkî yên Etiyopyayê ragihandin, di êrîşeke asmanî de li ser cihê lîstika zarokan li herêma Tigray ya bakurê Etiyopyayê herî kêm 7 kes hatin kuştin.

Li gorî rapora IRNA`yê, êrişa hewayî ya roja Îniyê ya ser qada lîstika zarokan, yekem êrişa piştî têkçûna agirbesta çar mehan li vê heftiyê ye.

Ev êrîş herwiha piştî du rojan ji şer û pevçûên dubare di navbera hikûmeta niştimanî û hêzên Tigraî de li ser sînorê herêma Tigray û Amhara rû da û bû sedema betalkirina agirbestê.

Tigray TV, ku di bin kontrola rayedarên herêmê de ye, hikûmeta federal bi vê komkujiyê tawanbar kir.

Rêvebirê Nexweşxana Ayderê "Kybrom Gebrsalasieh" li ser Twittera xwe nivîsî ku 4 mirî, 2 jê zarok û 9 birîndar anîn nexweşxanan.

Pevçûna di navbera artêşa Etiyopyayê û serhildêrên Tigray de ku di Mijdara 2020an de dest pê kir, ji bilî bêewlehiyê, bûye sedem ku bi mîlyonan niştecihên Tigray ji ber nebûna ava paqij, xwarin û hewcedariyên bingehîn bikevini tengasiyek giran.

Serepeyv