Tebax 25, 2022 09:10 Asia/Tehran
  • 89 kesan li Sûdanê ji ber lehiyê jiyana xwe ji dest da

Li Sûdanê di encama lehiyên ji ber barîna baranên zêde de rabûyîn de hejmara kesên jiyana xwe ji dest daye gihişte 89 kesan.

Li gorî daxuyaniya Konseya Bergiriya Sivîlan a Sûdanê ragihandinî, di lehiyên ku ji ber barîna baranên zêde de li welat rabûne de 89 kesan jiyana xwe ji dest daye û 36 kes jî birîndar bûne.

Nunerê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê Sûdanê Volker Peretz di rupela xwe ya twîtterê de li ser lêhiyên ku li welat bûne sedema windahiyên jiyanî û madî xemgîniya xwe anî ziman û got: “NY qasî ku ji dest tê alîkariyê dike û heta niha ji bo 40 hezar kesan alîkarî hatiye dabînkirin. Di hefteyên pêş de wê pêwîstiya alîkariya mirovî zêdetir bibe.”

Li eyaletên Çemê Nîl, Cezîre, Nîlê Spî, Kurdufana Rojava , Darfur Başûr û Kesele ku karesetên lehiyê lê rabûyîn rewşa awarte hat ragihandin. Li Menagîl a ku girêdayî Cezîre ya dikeve naverasta welat ji ber windahiyên jiyanî û madî yên di encama lehiyê de hatî jiyankirin weke ‘herêma karesatê’ hat ragihandin. Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya Karên Mirovî eşkere kir ku li Sûdanê 136 hezar kes ji baranên bi hêz yên li herêmê bandor bûne.

Li Sûdanê her sal di navbera mehên Tîrmeh û Cotmehê de di encama baranên zêde û lehiyan de zêdetirî 100 kesî jiyana xwe ji dest didin, bi 10 hezaran mal, cihên kar û cihên çandiniyê zerer dibînin.

Serepeyv