Tebax 24, 2022 21:17 Asia/Tehran
  • Li Efxanîstanê lehî rabû û 200 kes mirin û 18 hezar xanî hilweşiyan

Wezîrê penaberan ê Talîbana Efxanîstanê ragihand ku ji ber lehiyê li herêmên cuda yên welêt herî kêm 200 kes mirin.

Di mehên borî de, Efxanistan bûye şahidê rûdana karesatên xwezayî, wek lehî û erdhejê, ku ziyanên madî û mirovî yên mezin gihandiye xelkê vî welatî.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Fars`ê, “Xelîl Rehman Rehmanî” wezîrê penaberan ê hikûmeta demkî ya Talîbanê li Efxanistanê ragihand: Ji ber lehiya çend rojên borî, zêdetir ji 18 hezar xanî li navçeyên cuda yên Efxanistanê wêran bûne û 250 kes jî mexdûr û birîndar bûne. 

Şerefedîn Muslim, Cîgirê Wezîrê Tekoşîna Dijî Bobelatên Xwezayî yê hikûmeta demkî ya koma Talîbanê jî got: Xwarin û pêdiviyên pêwîst ji bo navçeyên lehiyê hatine şandin û rêxistinên navdewletî jî dê alîkariya mexdûran bikin.

Midûriyeta Meteorolojiyê ya Efxanîstanê jî hişyarî da ku di saetên pêş de li 22 parêzgehên vî welatî îhtîmala barîna baran û rabûna lehiyê heye.

Serepeyv