Li rojavayê Çînê ji ber lehiyê 52 kes mirin û windabûn
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i335943-li_rojavayê_Çînê_ji_ber_lehiyê_52_kes_mirin_û_windabûn
Li eyaleta Çînghay ya rojavayê Çînê lehî rabû û 16 kes mirin û 36 kes jî winda bûn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 18, 2022 16:49 Asia/Tehran
  • Li rojavayê Çînê ji ber lehiyê 52 kes mirin û windabûn

Li eyaleta Çînghay ya rojavayê Çînê lehî rabû û 16 kes mirin û 36 kes jî winda bûn.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRIB News`ê, ji nişka ve rabûna bahozê û barîna tund bû sedema şimitîna axê û derketina avê ji çemekê ku ji ber vê yekê ziyan gihêşte pitir ji 6000 kes û zêdetir ji 1500 xaniyan.

Karbidestên hawarçûnê yên Çînî bûyer wek karesatek "lehiya çiyayî" li wîlayeta Datongê binav kirin.

Çîn di vê havînê de li deverên curbicur ên welêt rûbirûyê lehî û germahiya zêde û felaketên hişkesalî bûye.

Medya dewletêya Çînê vê germahî û hişkesaliyê wekî ya herî xirab ji 60 salên berê heya niha dizanin.