Tebax 18, 2022 12:56 Asia/Tehran
  • Hejmara kuştiyên teqîna terorîstî ya li Kabulê derket 30 kesan

Hejmara kuştiyên teqîna terorîstî ya li Kabulê (paytexta Efxanistanê) derket 30 kesan.

Pêştir çavkaniyên nûçeyan hejmara kuştiyên vê teqînê 20 kes ragihandibûn.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Sputnika Rûsî, duh êvarê (çarşemê) bombeyek li mizgefta "Sadiqiye" ya ku li devera "Sarkotel Xêyrxane" li bakurê Kabula paytexta Efxanistanê ye teqiya û di encamê de 30 îbadetkar hatin kuştin û 40 kes jî.birîndar bûn.

Di lîsteya şehîdên teqîna mizgefta Kabulê de, zanayê olî yê navdar Emîr Mihemed Kabulî jî tê dîtin.

Heta niha ti kes û grûpekê berpirsyariya vê teqîna terorîstî negirtiye ser xwe.

Ji dema ku Talîban di 15ê Tebaxa 2021an de li Efxanistanê hat ser desthilatê, vî welatî bi dehan êriş û teqînên terorîstî dîtine ku berpirsatiya piraniya wan koma têrorîst a DAIŞê girtiye ser xwe.

Bûyera gelek êriş û teqînên terorîstî li navçeyên curbicur ên Efxanistanê nîşan dide ku berevajî îdiayên hikûmeta demkî ya koma Talîbanê, vê komê nekariye sozên xwe derbarê damezrandina ewlehiya pêwîst li navçeyên curbicur ên vî welatî pêk bîne.

Serepeyv