Tebax 13, 2022 15:02 Asia/Tehran
  • Kesê ku êrîşî Selman Ruşdî nivîskarê jidînderketî kir hat girtin

Polîsê Amerîkayê êrîşkarê nivîskar ji dînderketî Selman Ruşdî desteser kir. Ew êrîşkar gencekî 24 salî ye û navê wî Hadî Meter e.

Duh Înê, nivîskarê jidînderketî yê pirtûka Ayetên Şeytanî li New York a Amerîkayê kete ber êrîşa bi kêran û bi giranî birîndar bû.

Neştergerî jêre hatiye kirin, berdevkê Selman Ruşdî dibêje, hîn rewşa wî ne zelal e, kêr bi stû û zikê wî ketiye. Dibe ku ew çavekî xwe ji dest bide. Niha nikare biaxive.

Polîsê New Yorkê di konferaseke rojnamevanî de ragihand, êrîşkar hatiye girtin û gencekî 24 salî ye navê wî Hadî Meter e, New Jersey rûdine.

Li gor gotina Polîs, ew genc bi biletê çûye cihê ku Selman Rûşdî tê de gotar dida, nehatiye ragihandin ka bi eslê xwe xelkê ku derê ye.

Hêjayî gotinê ye ku Selman Ruşdî ku misilmanekî jidînderketî û bi eslê xwe hindî ye, Wî li dijî Pêxemberê hêja yê Îslamê û Qurana pîroz pirtûkeke bi îhanet û heqaret bi navê “Ayetên Şeytanî” nivîsand ku di îlona 1988 de ew hate weşandin.

Serepeyv