Tebax 12, 2022 22:58 Asia/Tehran
  • Li New Yorkê êrîşî ser nivîskarê jidînderketî Selman Ruşdî kirin

Çavkaniyên medyayê behsa êrîşa ser Selman Ruşdî, nivîskarê jidînderketî yê Ayetên Şeytanî li New Yorkê, kirin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Associated Press`ê, "Selman Ruşdî" nivîskarê jidînderketî yê pirtûka Ayetên Şeytanî ku heqaret li Pêxemberê Îslamê (S) kiribû, îro Înê dema ku dixwest gotarekê li rojavaya New Yorkê raber bike rastî êrîşa bi kêrê hat.

Di vê çarçoveyê de, BBC medyaya dewletê ya Brîtanyayê jî ragihand ku Selman Ruşdî li navendeke perwerdehiyê ya nedewletî ya bi navê Chautauqua Center li New Yorkê axaftinek dikir ku rastî êrîşa bi kêrê hat.

Hûrgiliyên rewşa fîzîkî ya Selman Ruşdî nehatine weşandin.

Hêjayî gotinê ye ku Selman Ruşdî ku misilmanekî jidînderketî û bi eslê xwe hindî ye, Wî li dijî Pêxemberê hêja yê Îslamê û Qurana pîroz pirtûkeke bi îhanet û heqaret bi navê “Ayetên Şeytanî” nivîsand ku di îlona 1988 de ew hate weşandin.

Serepeyv