Tebax 11, 2022 23:07 Asia/Tehran
  • Bota koçberan binav bû; ji 93 kesên têde piranî Kurd in

Serokê Komeleya Penaberên ji Ewropayê Vegeriyayî, Bekir Elî ragihand, ji 93 kesên ku duh li Deryaya Egeyê û li sînorê deryayî yê Yewnanistanê bota wan binav bû, tenê 29 kes hatine rizgarkirin û 64 kes bêserûşûn in ku ji çar parên wan 3 par Kurd in.

Bota koçberan ku ji Antalya ya li başûrê Tirkiyê ber bi Îtalyayê ve diçû, serê sibê saet di 05:00 de li nêzîk giravên Karpatos û Rodos ên Yunanê li Deryaya Egeyê binav bû.

Teşkîlata Emnî ya Peravê ya Yewnanistanê (HCG) ragihandiye ku 29 kes ji botê hatine rizgarkirin û diyar kiriye, koçberên di botê de welatiyên Iraq, Îran û Efxanistanê ne.

Derbarê bûyerê de Serokê Komeleya Penaberên ji Ewropayê Vegeriyayî, Bekir Elî ji Rûdawê re ragihand, bota koçberan saet 05:00 sibeha Çarşembê binav bûye, sedem jî pêlên deryayê û xirabiya botê bûye.

Bekirî Elî diyar kir, “Me bi rêya nûnerên xwe, derbarê kesên ji bûyerên rizgar bûne, zanyarî wergirtiye.”

Bi gotina Serokê Komeleya Penaberên ji Ewropayê Vegeriyayî, bota koçberan li başûrê girava Rodos a Yunanê binav bûye û 93 kes têde bûne ku Kurd, Efxan û Îranî bûne û piraniya wan jî Kurd bûne, bi awayekê ku ji 4 pişkan 3 pişkên wan Kurd bûne.

Bekir Elî da xuyakirin, “29 kes hatine rizgarkirin û 27 kes ji wan bo girava Rodos hatine veguhastin, du kesên din bo girava Karpasos hatine veguhestin ku bi wê yekê hatine tohmetbarkirin ku qaçaxçî ne.”

Derbarê kesên din ên di botê de jî Bekir Elî got, “64 kes winda ne û hêzên deryayî yên Yewnanistan û Tirkiyê li pey wan digerin, lê belê heta niha ti kes nedîtine.”

Kesên ku heta niha hatine rizagrkirin, hemû zilam in.

Serokê Komeleyê destnîşan jî kir, Kurdên di nava botê de xelkê Herêma Kurdistanê ne û beşek ji wan xelkê sînorê Raperînê ne, bi taybet jî xelkê sînorê Haciyava ne û jin û zarok jî di nava wan de hene.

Roja Çarşembê 10ê Tebaxê berpirsên hêza ewlehiya peravên Yewnanistanê ragihandin, piştî bûyerê hêzên wan hewldaneek ciddî bo rizgarkirina koçberan destpê kirine û di qonaxa yekem de 29 kes rizgar kirine ku hemû zilam in û ji Iraq, Efxanistan û Îranê ne.

 

Serepeyv