Tebax 11, 2022 20:59 Asia/Tehran
  • Li Kabulê teqînek pêk hat

Li paytexta Efxanîstan Kabulê di dibistaneke olî de di encama teqînekê de endamekî derecebilind ê Talîbanê jiyana xwe ji dest da.

Li gor kenala Sahar TV ya Efxanistanê, Şêx Rehîmullah Heqanî ku yek ji endamên payebilind ên Koma Talîbanê ye, di encama teqînekê de li dibistaneke olî ya Kabulê hat kuştin.

Radyoya Kilîd a Efxanistanê jî ji zarê Berdevkê Wezareta Navxwe ya Koma Talîbanê Ebdul Nafî Tekwer ragihand: Heta niha cure, armanc û ziyanên din ên teqîna ku li devera “Şeş Derek” a bajarê Kabulê pêk hatiye, nehatine zanîn. Hejmarek endamên Talîbanê bi weşandina wêne û vîdyoyên cihê teqînê li ser Twitterê kuştina Haqanî piştrast kirin.

Heta niha ti kes û grûpekê berpirsiyariya vê teqînê negirtiye ser xwe.

Bûyera teqînên terorîstî li navçeyên cuda yên Efxanistanê nîşan dide ku berevajî îdiayên hikûmeta demkî ya Talîbanê li Efxanistanê, vê hikûmetê nekariye ewlehiya pêwîst li Kabul û bajarên din ên vî welatî pêk bîne.

Serepeyv