Hevpeyvîna Macron û Johnson li ser piştgirîkirina Ukraynayê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i335776-hevpeyvîna_macron_û_johnson_li_ser_piştgirîkirina_ukraynayê
Di pêwendiyeke telefonî de Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron û Serokwezîrê Brîtanyayê Boris Johnson tekezî li ser piştgiriya xwe ya ji bo Ukraynayê li dijî Rûsyayê kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 10, 2022 09:49 Asia/Tehran
  • Hevpeyvîna Macron û Johnson li ser piştgirîkirina Ukraynayê

Di pêwendiyeke telefonî de Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron û Serokwezîrê Brîtanyayê Boris Johnson tekezî li ser piştgiriya xwe ya ji bo Ukraynayê li dijî Rûsyayê kirin.

Li gorî rapora IRNA`yê, Koşka serokomariya Fransayê sêşemiyê bi şev ragihand, Macron û Johnson destnîşan kirin ku piştgiriya ji Ukraynayê heta ku hewce bike dê bidome.

Di peywendiya telefonî de, Johnson û Macron herwiha pêwendiyên dualî û mijarên herêmî jî gotûbêj kirin.

Hevdem bi destpêkirina şerê li Ukraynayê di 24ê Sibata 2022ê de; Welatên rojava boykot û toleyên nedîtî û bêmînak li dijî sîstema dadayî û kompanyayên Rûsyayê sepandin.

Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn tekez kir: Rûsiya li hember zextên bêmînak rawestiyaye û sizayan bandoreke berevajî li ser Amerîka û hevpeymanên wê yên Ewropî kiriye.