Paşîniyan û Pûtîn derbarê alûgorên Qerebaxê şêwirîn
Serokwezîrê Ermenistanê û Vladîmîr Pûtîn serokomarê Rûsiyê derbarê lihevkirinên sêqolî, rewşa Qerebaxê û mijarên têkildarî misogerkirina ewlehiyê li ser sînorên hevpar di gel Komara Azerbaycanê bi rêya telefonê şêwirîn.
Ermenistan û Komara Azerbaycanê bi lihevkirina agirbesê ya bi navê Daxuyaniya sêqolî bi navcîtiya Rûsiyê, piştî 44 rojan dawî li şerê xwe li navçeya Qerebaxê di sala 2020î da anîn.
Ji ber vê lihevkirinê, Ermenistanê soz dabû ku ji navçeyên daagirkirî yên Komara Azerbaycanê vekişe.
Lê tevî vê yekê, hêzên du welatan piştî agirbesê li navçeyên sînorî bi caran bi hev ra ketine pevçûnê.
Li gorî rapora Russia Today a Erebî, Nîkol Paşîniyan û Vladîmîr Pûtîn di vê gotûbêja telefonî da li er girîngiya cihanîna hemû madeyên lihevkirinên girêdayî navbera serokên Rûsiye, Ermenistan û Komara Azerbaycanê di Mijdara 2020î da û her wiha Çile û Mijdara 2021ê tekez kir.
Beriya vêya Dmîtrî Piskov Berdevkê koşka serokomartiya Rûsiyê ragihandibû ku carê tu bernameyek ji bo serdana Pûtîn bo Ermenistanê tune.