4 keştiyên din ên dexl û danê ji Ukraynê bi rê ketin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i335725-4_keştiyên_din_ên_dexl_û_danê_ji_ukraynê_bi_rê_ketin
Di çarçoveya peymana sewqiyata dexl û dan da ku di 4ê Tîrmehê da li Tirkiyeyê hatibû îmzekirin 4 keştiyên din jî ji bendergehên Odessa û Çernomosk a Ukraynê bi rê ketin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 08, 2022 04:23 Asia/Tehran
  • 4 keştiyên din ên dexl û danê ji Ukraynê bi rê ketin

Di çarçoveya peymana sewqiyata dexl û dan da ku di 4ê Tîrmehê da li Tirkiyeyê hatibû îmzekirin 4 keştiyên din jî ji bendergehên Odessa û Çernomosk a Ukraynê bi rê ketin.

Du hefte berê di navbera Tirkiye, Rûsya, Ukrayna û Neteweyên Yekbûyî (NY) da Belgeya Hewildana Sewqkirina Madeyên Xurek û Dexlê ji Bêndergehên Ukraynê Bi Awayekî Ewledar hatibû îmzekirin û di çarçoveya peymanê da ji bendergehên Odessa û Çernomoskê 4 keştiyên din jî veqetiyan.

Di vê çarçoveyê da, keştiya bi navê "Mustafa Necatî" û "Star Helena" û "Glory" ji Bendergeha Çernomorskê û keştiya bi navê "Riva Mind" jî ji Bendergeha Odessayê bi rê ketin.