Li Nepalê erdhej çêbû
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i335723-li_nepalê_erdhej_çêbû
Erdhejên bi pileya 5.3 Rîşteran Geliyê Katmanduyê û hin deverên din ên navenda Nepalê hejandin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 07, 2022 18:46 Asia/Tehran
  • Li Nepalê erdhej çêbû

Erdhejên bi pileya 5.3 Rîşteran Geliyê Katmanduyê û hin deverên din ên navenda Nepalê hejandin.

Li gor rapora rojnama xwecihî ya “The Hindu”, navenda niştimanî ya şopandin û lêkolîna erdhejê ya Nepalê ragihand: navenda vê erdheja bi hêz li navçeya “Novakot” a navenda Nepalê bû.

Di Nîsana 2015’an de jî erdhejek bi mezinahiya 7.8 rîşteran Nepalê hejand û nêzî 9 hezar kes mirin û 22 hezar kes jî birîndar bûn.

Di encama vê erdhejê de zêdetirî 800 hezar xanî û dibistan zirarên mezin dîtine.