Tebax 07, 2022 21:15 Asia/Tehran
  • Li eyaleta Ohio ya Amerîkayê di encama gullereşandinê de 4 kesan jiyana xwe ji dest da

Ajansa Associated Press ragihand ku di encama gullereşandina li eyaleta Ohio (Ohayo) ya Amerîkayê de 4 kes hatine kuştin.

Li gor nûçeya Associated Press; Rayedarên eyaleta Ohayoyê dibêjin, kesê ku gulle li xelkê reşandiye kesekî çekdar û xeternak e ku niha li ber teqîbat û şopandinê ye.

Serokê Polîsê Butler John Porter ragihand: Çar qurbaniyên ku ketine ber gullan dest xwe ve can dane û li "gelek qada cinayetê" hatine dîtin.

 Porter diyar kir ku hewldanên polîsan ji bo dîtin û girtina Steven Marlowe; 39-salî ku tê texmînkirin bi otomobîlê ji herêmê reviyaye; berdewam e.

Li gor nûçeya Dayton Daily News; Li gorî qeydên dadgeha devera Montgomery, Marlowe di meha Sibatê de ji ber tawanên dizî û gefxwarin di bin çavan de bû.

Vê rojnamê her wiha got: Desthilatdarên herêma Vandalia hejmarek ji cihên giştî ji wan navendên bêhnvedanê, golfê û hewzên melevaniyê, wek tedbîr girtine.

Serepeyv