Tebax 07, 2022 14:09 Asia/Tehran
  • Li eyaleta New Meksîko ya Amerîkayê 4emîn Misliman hat kuştin

Li gorî ragihandina polîsên eyaleta New Mexico li Amerîkayê, çaremîn kesê misilman li vê eyaletê bi awayekî gumanbar û armanckirî hatiye kuştin.

Civata Pêwendiyên Amerîka-Îslamî berî niha di raportekê de tekez kiribû ku gelek misilman bi salan eji ber sîxurî û kiryarên din ên cudaxwaziyê ji aliyê hikûmeta Amerîkayê ve tûşç zirar û ziyanê bûne.

Di raporta Encumena Peywendiyên Amerîka-Îslamî de hatiye gotin; Di sala 2017'an de herî zêde bûyerên li dijî Mislimanan pêk hatin, 2 hezar û 599 bûyer hatin tomarkirin û ev rêje li gorî sala 2014'an ji sedî 94 zêde bûye.

Di vê raporê de zêdebûna reftarên îslamofobîk di sala 2017an de ji ber fermana cîbicîkar a Trump ve hatiye zanîn ku derbasbûna hemwelatiyên çend welatên ku piraniya wan misilman in nav Amerîkayê qedexe kir.

Muhemed Efzel Husên, 27 salî, birêveberê plansaziyê yê bajarê Espanola, ku ji Pakistanê çûbû Amerîkayê, roja Duşemê li ber avahiya apartmana xwe ya li Albuquerque (Albûkêrkî) gulle lê hatin reşandin û ew kuştin. Di vê navberê de cenazê Aftab Husên ê 41 salî ku ew jî 26’ê Tîrmehê bi gullan hatibû kuştin, hat dîtin.

Li gorî rapora polîs; Dibe ku ev cînayet bi gullereşandina li Mihemed Ehmedî yê 62 salî, ya 7ê Mijdara sala borî ve girêdayî bibin.

Polîsê Eyaleta New Mexico, Buroya Vekolînê ya Federal (FBI) û Servîsa Marshalên Amerîkayê di nav de gelek sazî hene ku beşdarî lêpirsîna van kuştinan bûne.

Serepeyv