Tebax 06, 2022 15:44 Asia/Tehran
  • DAIŞ, berpirsê teqîna terorîstî ya li Kabulê

Koma terorîst a DAIŞê berpirsatiya teqîna li Kabulê girt ser xwe.

Di teqîna terorîstî ya duh Înê li bajarê Kabulê de 8 kes şehîd bûn û 18 kes jî birîndar bûn.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRIB Newsê, koma têrorîst a DAIŞ`ê peyamek belav kir û berpirsatiya teqîna di nav şîndarên Hûseynî de li rojavaya Kabulê paytexta Efxanistanê girte stûyê xwe.

Berdevkê Fermandeya Asayîşa koma Talîbanê Xalid Zedran ragihand: Ev teqîn li devera Serkarîz a navçeya şeşemîn a bajarê Kabulê rû da.

Li Efxanistanê bi taybetî parêzgehên Kabul, Qunduz û Belxê di van mehên borî de teqînên kujer rû dane û di encama teqînan de bi sedan kes bi taybet bi dehan nimêjkar û xwendevan şehîd û birîndar bûne. Koma têrorîst a DAIŞ`ê berpirsyariya piraniya van êrîşan girtiye ser xwe.

Serepeyv