Tebax 04, 2022 17:45 Asia/Tehran
  •   Artêşa Çînê li derdora Taywanê dest bi tetbîqateke mezin a leşkerî kir

Medyaya dewletê ya Çînê ragihand, artêşa Çînê îro li sînorê deryayî û esmanî yê derdora Taywanê dest bi tetbîqata leşkerî kiriye ku dê 6 rojan dom bike. Televîzyona dewletê ragihand ku artêş dê heta nîvê şevê tetbîqata leşkerî bi guleyên rasteqîn pêk bîne.

Leşkerên Çînî tetbîqatên leşkerî li derdora girava Taywanê bi bikaranîna çekên pêşketî pêk tînin, di nav de balafirên şer ên dije radar ên J-20 û mûşekên Hîpersonîk ên DF-17.

Li gor agahiyan, artêşa Çînê dê li 6 herêmên cuda yên derdora Taywanê bo dema 6 rojan tetbîqata leşkerî pêk bîne.

Di daxuyaniyekê de Wezareta Berevaniyê ya Taywanê ragihandiye ku ew “hewldanên Çînê yên ji bo guhertina rewşa niha û têkbirina ewlehiya herêmê dişopînin.”

Wezareta Berevaniyê ya Taywanê herwiha diyar kiriye, “Dema ku mijar ewlekarî û serweriya me be em dê paşve gav navêjin.”

Artêşa Çînê roja Sêşemê 2ê Tebaxê ragihand ku ew dê zincîre tetbîqatên leşkerî li hember serdana Seroka Meclisa Nûneran a Amerîkayê Nancy Pelosî bo Taywanê pêk bînin.

Wezareta Berevaniyê ya Çînê got: “Artêşa Rizgariya Gel dê li dijî serdana Pelosî ya bo girava Taywanê rêze operasyonên leşkerî yên armanckirî pêk bîne û dê bi bibiryarî serweriya neteweyî û yekparçeyiya axa xwe biparêze.”

Çîn, Taywanê wek beşek ji axa xwe û parêzgehekî veqetandî dibîne û li ser sîstema yek welat du sîstem hewl dide, ji bo meseleya Taywanê çareseriyekê bibîne. Lê belê Taywan ji sala 1949an vir ve li ser serxwebûna xwe israr dike.

Taywan cuda ji Çînê, xwedî sîstemeke cuda ya siyasî ye, sîstema welat li ser bingeha demokrasî û komarî ye û welat bi hilbijartinê tê birêvebirin, herwiha Taipe xwedî hikûmet, parlamento, artêş û ala xwe ye.

 

Serepeyv