Tebax 04, 2022 15:16 Asia/Tehran
  • Senaya Amerîkayê tevlîbûna Fenland û Swêdê li NATOyê pesend kir

Meclîsa Senaya Amerîkayê tevlîbûna Swêd û Fenlandê li Rêxistina Peymana Atlantîka Bakûr (NATO) pesend kir.

Li gorî rapora IRNAyê, Senatorên amerîkî roja Çarşemiyê bi 95 dengên erê li hemberî dengekî na, endamtiya Fenland û Swêdê li NATOyê pesend kir.

Parlimana Fransayê jî roja Çarşemiyê bi piraniya dengan, tevlîbûna Fenland û Swêdê li NATOyê pesend kir.

 Hêjayî gotinê ye ku belgeyên tevlîbûna Fenland û Swêdê li NATOyê divê ji aliyê tevahiya 30 endamên vê peymanê va werin pesendkirin da ku en du welat bikarin ji aliyê xala 5an va bên parastin.

Pesendkirina ji aliyê hemû endamên vê peymanê dibe ku heta salekê dem bibe, lê di vê navberê da Fenland û Swêd dikarin beşdarî civînên NATOyê bibin û zanyariyên pirtir bi dest bixin.

Rûsiyê ji dawiya 2021ê va bi caran berfirehbûna NATOyê ber bi rojhilat va wek gefek li dijî ewlehiya xwe ya neteweyî ragihandiye û rêbaza NATOyê ya zêdetirkirina endamên xwe sebeba gurrkirina kêşeyan daye zanîn.

 

Serepeyv