NY: Li ser sînorê Polonya-Belarus 20 koçberan jiyana xwe ji dest daye
Rêxistina Neteweyên Yekbûyî bîlançoya koçberên li ser sînorê Polonya û Belarusê jiyana xwe ji dest dayî eşkere kir û destnîşan kir ku zêdetirî 20 koçber ji ber tundutijiyê li ser sînorê Polonya û Belarusê jiyana xwe ji dest daye.
Komîserê Bilind ê Penaberan ê Neteweyên Yekbûyî Philippe Gonzalez Morales piştî serdanên Polonya û Belarûsê di derbarê koçberên li ser sînorê Polonya û Belarusê jiyana xwe ji dest daye, daxuyaniyek belav kir.
Philippe Gonzalez Morales diyar kir ku Nobedarên Polonya li dijî koçberên ku ji sînor derbas dibin ava şidayî bi kar anîne û ev yek di vê demê de ne guncaw bû û got: “Li daristanên di navbera sînorê Polonya û Belarusê de 20 koçberan jiyana xwe ji dest daye. Desthilatdariya Belarusê ti rêkarek ji bo rêgirî li ber çûyîna 2 hezar û 500 koçberan ber bi sînorê Polonyayê ve nekirye.”
Di sala 2021’ê de bi hezaran koçber ku gelek ji wan xelkê Iraqê û Herêma Kurdistanê bûn ji bo gihiştina bo Ewrupayê berê xwe dan sînorê navbera Polonya û Belarudê de. Krîzeke mirovî li ser sînorê her du welatan derket holê. Ji bilî wê jî hinek koçber bo Herêma Kurdistanê hatine vegerandin.