Serokwezîrê Îtalyayê Mario Draghi îstifa kir
Serokwezîrê Îtalyayê Mario Draghi ji peywira xwe îstifa kir.
Li gorî nûçeya Ajansa Anatoliyê, Piştî ku 3 partiyên hevbeşên hikûmeta ku Draghi serkêşiya wê dike, duh li parlamentoyê piştgiriya xwe vekişandin, Serokwezîr Draghi duh serê sibehê çû cem Serokomar Sergio Mattarella ku îstifaya xwe pêşkêş bike.
Piştî hevdîtina li qesra serokomariyê Quirinale'yê, Sekreterê Giştî yê Serokomariyê Ugo Zampetti daxuyanî da û wiha got, "Serokomar Sergio Mattarella îro sibehê Serokwezîr Mario Draghi qebûl kir. Serokwezîr biryara îstifaya xwe dubare kir. Serokomar guh da vê yekê. Hikûmet ji bo birêvabirina karûbarên rojane dê li ser peywirê bimîne."
Di mijara krîza hikûmeta Îtalyayê da raya giştî li benda Serokomar Mattarella ye ku dê piştî îstifaya Draghi çi biryarê bide.