Tîrmeh 09, 2022 23:09 Asia/Tehran
  • Serokwezîrê Srî Lankayê razî bû ku dest ji kar berde

Serokwezîrê Srî Lankayê piştî ku bi hezaran xwepêşander avêtin ser mala Serokomar amadetiya xwe ya îstifakirinê ragihand.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Fars`ê, berdevkê serokwezîrê Srîlanka Ranil Wickremesinghe ji serokên partiyên ku îstîfaya wî dixwestin re got: Wickremesinghe dê dev ji posta xwe berde û ev yek dê dema ku li ser hikûmeta nû li hev kirin pêk were.

Polîs nikarîbû girseya xwenîşanderan bi qîrîna dirûşmeyan bigire ku daxwaza îstifakirina serokomarê Srî Lankayê dikirin ji ber ku hêrsa gel li ser xirabtirîn krîza aborî ya welêt di heft dehsalan de zêde bû.

Polîsên Srî Lankayê ji ber zêdebûna xwepêşandanên li welêt ji duh bi şev û vir ve li paytext û derdora wê qedexeya derketina derve ragihandibû. Berî ku qedexeya derketina derve were ragihandin, hêzên polîs bombeyên avê û gaza rondikrêj li dijî neraziyên jiber krîza mezin a aborî bikar anîbû.

Xwepêşander bawer dikin ku Rajapaksa ji bo krîza aborî ya nedîtî ya Srî Lankayê sûcdar e. Wan her weha Ranil Wickremesinghe tawanbar kir ku sozên xwe bi cih neanîn û nekarî ku krîza kêmbûna xwarekê ji holê rake.

Serepeyv