Tîrmeh 09, 2022 22:58 Asia/Tehran
  • Li Srî Lankayê xwepêşander ketin avahiya serokatiyê

Xwepêşandêrên ku li Colomboya paytexta Srî Lankayê ku ji ber qeyrana aborî şert û mercên jiyanê lê xerabtir bûne xwepêşandaneke mezin a li dijî hikûmetê li dar xistin, hat diyarkirin ku xwepêşander ketin avahiya serokatiyê.

Bi hezaran xwepêşandêrên ku ji çar aliyên Srî Lankayê bi alayên reş, li Colombo ya ku ji ber xwepêşandanê danê êvarê qedexeya derketina derve hatibû ragihandin lê piştre hat rakirin, kom bûn.

Li gorî medyaya Srî Lankayê, bi sedan xwepêşanderên dijî hikûmetê bendên li derdora avahiya fermî û ofîsa Serokkomar Gotabaya Rajapaksa ye derbas kirin.

Polîsan ji bo ku xwepêşanderên ku ketin hundirê avahiya serokatiyê ji hev belav bikin gulle reşandin.

Di nûçeyên di çapemeniya Asyayê de hat îdiakirin ku Serokomar Rajapaksa piştî ku xwepêşander bi zorê ketin avahiya serokatiyê û ew birin cihekî ewle.

Polîs û leşkerên ku li Colombo hatine erkdarkirin, li derdora avahiya serokatiyê tedbîrên ewlehiyê yên tund girtin li dijî xwepêşanderên ku daxwaza îstifakirina Serok Rajapaksa û Serokwezîr Ranil Wickremesinghe dikin.

Qedexeya derketina derve ya ku duh saet di 21:00an de li gorî saeta herêmî li Colombo û derdora wê hatibû ragihandin, danê sibehê ji ber nerazîbûnên siyasetmedarên opozîsyonê û parêzeran hat rakirin.

Li gorî destûra bingehîn a Srî Lankayê, heta ku serokê dewletê bi xwe îstifa neke, ne pêkan e ku ji erkê xwe were dûrxistin.

Serepeyv