Tîrmeh 09, 2022 10:06 Asia/Tehran
  • Projebiryarên Rûsya, Îrlanda û Norwêcê yên li ser Sûriyê hatin vetokirin

Dengdana endamên Encûmena Ewlekariya Navdewletî li ser projebiryara pêşniyarkirî ji aliyê Norwêc û Îrlandayê ya dirêjkirina dema şandina alîkariya mirovî bi riya deriyê Bab El Hewa bo nav Sûriyê ji bo saleke din birêve çû. 13 endaman dengê erê danê, lê Rûsyayê dengê Na dayê û Çînê jî deng neda.

Nûnera Daîmî ya Amerikayê li Neteweyên Yekbûyî Lînda Greenfield got, “Ev dengdan dê bandoreke bi lez û xirab li 4.1 milyon xelkê li bakurê rojavayê Sûriyê bike ku 5 hezar mîl dûrî vê derê ne.”

Piştî derbasbûna çend deqîqan ser vê dengdanê di Encûmena Ewlehiyê de vê carê Rûsya projebiryarek xist rojevê ku tê de pêşniyar dike bikaranîna deriyê bo şandina alîkariya mirovî bo şeş mehan bê dirêjkirin, lê Amerîka, Fransa û Brîtanya dijî wê rawestiyan.

Cîgirê Nûnerê Rûsya li Neteweyên Yekbûyî Dîmîtrî Polyansikî anî ziman, “Bijardeya me ya li ber dest bo hatûçûna Bab El Hewa bo dema salekê ye lê di du qonaxan de dirêjbikin heta ku rewşa mirovî ya wî welatî ber bi başbûnê ve biçe. Hun dibêjin dixwazin rewş baştir bibe, lê di rastî de derket holê ku gotinên we hemû nerast bûn.”

Li Kampa Ehlî Teha li Îdlîba bakûrê rojavayê Sûriyê 300 malbat dijîn û ew jî beşek ji 4 milyon û 100 hezar welatiyên bakurê rojavayê Sûriyê ne ku rasterast redkirina li Neteweyên Yekbûyî ya dirêjkirina alîkariya mirovî şandina di deriyê Bab El Hewayê de bandor li wan dike ku di 10ê Temûzê de bi dawî dibe.

Serepeyv