Li Sydneyê lehî rabû: Bi hezaran kes hatin veguhastin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i335008-li_sydneyê_lehî_rabû_bi_hezaran_kes_hatin_veguhastin
Li bajarê Sydney ê Awûstralyayê, ji ber barana zêde lehî rabû. Bi hezaran kes hatin veguhastin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 03, 2022 12:30 Asia/Tehran
  • Li Sydneyê lehî rabû: Bi hezaran kes hatin veguhastin

Li bajarê Sydney ê Awûstralyayê, ji ber barana zêde lehî rabû. Bi hezaran kes hatin veguhastin.

Servîsên alîkariya destpêkê yên Eyaleta Galler a Başûr a Nû ku paytexta wê Sydney e, ji bo veguhastina şêniyên li başûr rojavayê fermana veguhastinê dan.

Li bajarê gelekî baran dibare. Li derdora Sydneyê di nava meha Tîrmehê de bi çar qatî ji rewşa asayî bêhtir baran bariya.

Ji dîmenên hatine weşandin tê dîtin ku li hin deveran rê di bin avê de mane.

Wezîrê Servîsa Lezgîn a Galler a Başûr a Nû Steph Cooke bal kişand ser 'metirsiya mirinê'.

Cooke got, "Ji gelek aliyan ve xetere heye; lehî û erozyona li hin herêman."

Li heman herêmê meha Adarê jî lehî rabû bû. Servîsên meterolojiyê hişyarî dan ku asta avê ya li herêmê bi qasî ya meha Adarê dikare bilind bibe.