Hezîran 26, 2022 17:27 Asia/Tehran
  • Civîna G7'ê dê îro li herêma Bavariya ya Almanyayê were lidarxistin

Îro berpirsên payebilind ên Yekîtiya Ewropayê, Kanada, Fransa, Almanya, Îtalya, Japon, Brîtanya û Amerîka, ku bi welatên Grûpa 7 an jî G7 tên naskirin, li herêma Bavariya ya Almanyayê hejmareke mijaran gutûbêj dikin.

Li gorî rapora Rûdawê, Îro berpirsên payebilind ên Yekîtiya Ewropayê, Kanada, Fransa, Almanya, Îtalya, Japon, Brîtanya û Amerîka, ku bi welatên Grûpa 7 an jî G7 tên naskirin, li herêma Bavariya ya Almanyayê hejmareke mijaran gutûbêj dikin.

Joe Biden, Boris Johnson, Emmanuel Macron, Justin Trudeau, Charles Michel û Ursula von der Leyen di lûtkeyê de beşdar in.

Lûtke bo dema 3 rojan didome û mijarên sereke ev in:

Rûbirûbûna astengên bihêzbûna aboriyê

Yek ji mijarên sereke pêk tê ji stratejiyên pêwîst bo rûbirûbûna metirsiyên ku ji ber sedemên geopolîtîkî rê li hember bihêzbûna aboriya cîhanê digirin.

Bihêzkirina hevbeşiyê bo vejandina jêrxan û weberhênanê

Di vê mijarê de, serkirdeyên G7 de behsa çewaniya bihêzkirina hevbeşiya di navbera xwe de bikin, ji bo kû rewşa jêrxan û weberhênanê li seranserê cîhanê baştir bikin, nexasme di warê tendrûstî û keş û hewayê de.

Pêkvekarkirin di warê siyaseta derve û asayîşê de, mijareke din a li ser maseya serkirdeyên G7 e.

Rewşa Ukraynê

Gotûbêjeke taybet dê li ser bandora şerê Rusyayê li dijî Ukraynê were kirin. Serokê Ukraynê, Volodymyr Zelensky dê bi videokonferans tevlî civînê bibe.

Weberhênan di pêşerojeke baştir de

Ev danûstandin dê taybet be bi giringîdana bi enerjiya paqij, rûbirûbûna guherîna keşûhewayê û pêşvebirina tendirustiyê.

Niha li seranserê welatên rojava, buhayê mazot, benzîn û sotemeniyên din zêde bûye. Serkirdeyên welatên G 7 dê li ser rêkên parastina asayîşa enerjiyê û kêmkirina bûhayan biaxvin.

Parstina keşûhewayê û nehêlana Coronayê dîsan beşek dibin ji vê mijarê.

Krîza xwarinê

Kirîza xwarinê yek ji mijarên din vê lûtkeyê ye. Di vê çarçoveyê de, dê behsa tedbîrên rêgirtina li hember krîza cîhanî ya xwarinê bê kirin.

Yeksanî ango wekheviya zayendî

Bi pişikdariya Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî António Guterres, G7 dê danûstandinê li ser wekheviya zayendî bike.

 

 

Serepeyv