Hezîran 21, 2022 18:31 Asia/Tehran
  • Rojnamevanê Rûs ji bo zarokên Ukraynayî, xelata xwe ya Nobelê bi 103.5 milyon dolarî firot

Rojnamevanê Rûs Dmitriy Muratov ku Xelata Aştiyê ya Nobelê ya 2021an wergirtibû, ew xelat ji bo zarokên penaberên Ukraynayê bi 103.5 mîlyon dolaran firot.

Mala mezadê ya Heritage Auctions xelata Nobelê ya Muratov duh li New Yorkê bo firotinê pêşan da.

Xelata Nobelê ya Aştiyê ku Rojnamevanê Rûs Dmitriy Muratov sala 2021ê wergirtibû, ji bo zarokên Ukraynayî bi 103.5 mîlyon dolaran hat firotin.

Muratov di axaftina xwe ya piştî firotinê de got, "Min hêviya hevgirtineke mezin hebû, lê min bawer nedkir ku bi bihayeke evqas zêde bê firotin.”

Biryar e ku dahata xelatê dê bi rêya Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) ji bo zarokên penaber ên Ukraynayê bê bikaranîn.

Xelata Nobelê ya ku ji aliyê rojnamevanê Rûs Muratov ve bi 103.5 milyon dolarî hat firotin, di vî warî de rekor şikand û ji xelata James Watson ku sala 2014an bi 4.74 milyon dolarî hatibû firotin, derbas kir.

Heritage Auctions zanyariyên derbarê bikirê xelatê de eşkere nekir.

Muratov di sala 1993 de yek ji damezrînerên rojnameya rûsî “Novaya Gazeta” bû.

Serepeyv