Hezîran 18, 2022 13:31 Asia/Tehran
  • Li bakurê rojhilatê Hindistanê lehî rabû û 59 kesan jiyana xwe ji dest da

Li eyaleta Assam û Meghalaya ya bakurê rojhilatê Hindistanê ji ber barana zêde û rabûna lehiyê heta niha 59 Hindistanî mirine.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Îranê Press`ê, barîna baranê û rabûna lehiyê li eyaletên Assam û Meghalaya ya Hindistanê, ji bilî ziyanên canî, xisareke mezin li rê û cadeyan û torên elektrîkê xistine.

Li herêmên bakurê rojhilatê Hindistanê ji roja Sêşemê vir ve barana demsalî dibare.

Midûriyeta Meteorolojiyê ya Hindistanê pêşbînî dike ku di 5 rojên pêş da li bakurê rojhilatê Hindistanê barana tund berdewam dibe.

Karbidestên eyaleta Assam dibêjin ji roja Înîyê ve, 46 kes ji ber lehî û şimitîna axê li vê eyaleta Hindistanê mirine.

Li gorî gotina rayedarên herêmî yên eyaleta Meghalaya jî, li vê eyaletê ji ber lehiyê 13 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Meha borî jî ji ber barana zêde berî destpêkirina demsala baranê û lehiyê li eyaleta Assam a Hindistanê 56 kes miribûn.

Serepeyv