Ji ber teqînê li Kabulê 6 kesan can dan
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i334524-ji_ber_teqînê_li_kabulê_6_kesan_can_dan
Li paytexta Efxanîstanê, Kabulê di otobuseke rêwiyan de 6 kes mirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 11, 2022 16:15 Asia/Tehran
  • Ji ber teqînê li Kabulê 6 kesan can dan

Li paytexta Efxanîstanê, Kabulê di otobuseke rêwiyan de 6 kes mirin.

Kabul, paytext û gelek parêzgehên Efxanîstanê, di nav wan de Belx û Qundûz, di mehên dawî de bûne şahidê gelek êrîş û teqînên terorîstî. Di encama van êrîşên terorîstan de bi sedan welatiyên sivîl bi taybet Şîe şehîd bûne

Li gorî rapora ISNA`yê, êvariya îro (şemiyê) otobuseke rêwiyan li rojhilata Kabulê ya paytexta Efxanistanê teqiya û di encamê de herî kêm 6 kes mirin û gelek kes jî birîndar bûn.

Heya niha ti girûpekê berpirsatiya vê teqînê negirtiye ser xwe, lê koma têrorîst a tekfîrî ya DAIŞ`ê berpirsatiya bûyerên bi vî rengî di mehên derbasbûyî de girtine stûyê xwe.