Hezîran 07, 2022 08:44 Asia/Tehran
  • ​​​​​​​Bulgaristan, Makedonya û Montenegroyê qada hewayî li Lavrov girt

Bulgaristan, Makedonya û Montenegroyê qada hewayî li balafira wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov girt.

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Marîa Zaxarova diyar kir ku welatên Ewropayê yên li dora Sirbistanê (Bulgaristan, Makedonyaya Bakur û Montenegro) qada hewayî li balafira Lavrov girtiye.

Zaxarova got: "Welatên li dora Sirbistanê, destûr nedan balafira Sergey Lavrov ku biçe Sirbistanê û rêya ragihandinê girt. Heyeta Rûs ji bo hevdîtinê dê biçûya Belgradê. Lê belê welatên Yekitiya Ewropayê û NATO'yê qadên hewayî girtin."

Li gorî nûçeya ajansa Înterfaxê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyeke dîplomatîk a Rûs, serdana wezîrê Rûs ji ber girtina qada hewayî hate betalkirin.

Serepeyv