Hezîran 06, 2022 16:12 Asia/Tehran
  • Bertekên dijî bêrêziya li pêxemberê hêja yê îslamê li Hindê didomin

Karzanê hindî ku beşdarî bernameyeke televîziyonî di gel mêvaneke misilman bûbû, dema ku nekarî bersiva şiroveyên karzanê misilman bide, bi bêrêzîkirina li Îslamê, hewil da xwe ji tengasiyê bifilitîne.

Bernameya ku tê da karzanên misilman û hindû derbarê mijareke kêşeliser bi hev ra axivîn. Ev jin, Nopol Şarma berdevka fermî yê Partiya BJP'yê li Hindê ye. 

Dema ku wê nekarî derbarê şiroveyên Rehmanî karzanê misilman ê bernameyê bersivekê bide, bêrêziya li Pêxemberê Îslamê wek rêya xwe-revandina ji bersivê bijart. Di dewamê da karzanê misilman ji ber gotinên wê yên heqaretbar, dev ji dewama gotûbêjê berda.

Dema ku nûçeya bêrêziya berdevka partiya serdest a Hindê li Pêxemberê Îslamê li medyayan belav bû, zanayên misilman û gel di rojname û torên civakî yên Hindê bertekên ciyawaz nîşan dan û li hin bajarên Hindê di deh rojên dawiyê da xwenîşandan hatin lidarxiostin.

Bi derketina zêdetir a vê mijarê li medyayan, dijayetî derbasî asta navneteweyî bûn. Îran, Qetyer, Kuweyt û welatên din ên misilman bi hazirkirina balyozên Hindê daxwaza bersiv û berteka guncan a dewleta Hindê derheqê vê mijarê kirin.

Partiya BJP'yê piştî hazirkirina balyozên Hindê di nameyekê da tevî şermezarkirina tevgera berdevka xwe ya fermî û kiryara nebaş a Navîn Komar Cîndal rêveberê medyayî yê Partiyê li parêzgeha Dehliyê ku ev bêrêzî weşandibû, berdevka xwe ji kar avêt û rêveberê medyayî yê partiyê jî derxist.

Her çend ku partiya serdest a Hindê hewil da ku wek berteka li hemberî birîndarbûna hestên misilmanan bi rawestandin û ji kar derxistinan rewşê aram bike; Lê misilman daxwaza kiryara cidî û zêdetir a dewleta Hindê di vî warî da dikin.

Serepeyv